Îsraîlê li Qudsa Rojhilat avahiyên 3 Filistîniyan hilweşandin

Şaredariya Qudsê li herêmên Cebel El-Mukebbîr û Sîlvanê 3 avahî û depoyeke Filistîniyan bi hinceta bê ruhsat in hilweşand

Îsraîlê li Qudsa Rojhilat avahiyên 3 Filistîniyan hilweşandin

Şaredariya Qudsê ya girêdayî Îsraîlê li herêmên Cebel El-Mukebbîr û Sîlvanê yên başûrê Qudsa Rojhilat 3 avahî û depoyeke Filistîniyan bi hinceta bê ruhsat in hilweşand.

Navenda Agahiyê ya Vadî Hîlveyê ya li Qudsa Rojhilat daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê da hat gotin Şaredariya Îsraîlê li taxa Sîlvanê 2 avahiyên Cemal Îdkiydîk yê Filistînî û depoyeke wî xirab kir.

Hat gotin ji bilî wê li taxa Cebel El-Mukebbîr mala jineke Filistînî ya bi navê Fîryal Ceabîsya ya 130 mêtroqereyî jî hatiye hilweşandin.

Bal hat kişandin ji xwediyê avahiyan ra der barê biryara hilweşandinê da tu agahî nehatiye dayîn û hema bêyî agahdariyê hatine hilweşandin.

- Li Qudsa Rojhilat hilweşandina avahiyan

Li Qudsa Rojhilat meqamên Îsraîlê serîlêdanên îmarê yên Filistîniyan red dikin û bi hezaran avahiyan wan bi îdiaya "bê ruhsat in" bi hilweşandinê tehdîd dikin.

Filistînî dibêjin ev tevgera Îsraîlê ne li gor hiqûqê ye û Îsraîl dixwaze bajêr bi Cihûyan va tije bike.

Şaredariya Îsraîlê dema avahiyan hildiweşîne, mesrefa hilweşandina avahiyan jî ji Filistîniyan dibire.

Çavkaniyên Filistînî dibêjin ji sala 1967an vir va li Qudsa Rojhilat ji 5 hezarî zêdetir avahiyên Filistîniyan ji hêla Îsraîlê va hatine hilweşandin.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Çile 2019, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE