Îsraîl li ser sandoqê ye

Îsraîlî seba hilbijartina giştî ya pêşwext deng didin...

Îsraîl li ser sandoqê ye

 Li Îsraîlê gel ji bo ku 120 parlamenteran kifş bike li ser sandoqan deng dide.

Di hilbijartina giştî ya pêşwext da dengdayînê li gor saeta herêmî serê sibê di 07.00an da dest pê kir. Sandoq wê saet di 22.00an da werin girtin.

41 partî ji bo ku 5 milyon û 800î zêdetir dengan bistînin ketin hilbijartinê.

Tê meraqkirin ku hilbijêr wê herin ser sandoqê yan na.

Tê gotin ku hilbijêrên bêbiryar wê encama hilbijartinê kifş bikin. Ew jî tê meraqkirin gelo wê herin ser sandoqê an neçin.

Di hilbijartina 2015an da rêjeya beşdariyê ji sedî 71,8an da mabû.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu bi Saraya jina xwe ra wê li gor saeta herêmî di 10.30yî da li Qudsa Rojhilatê li dibistanekê dengê xwe bide.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Nîsan 2019, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE