Îsraîlê li Şerîeya Rojava avahiyeke Filistîniyan xerab kir

Hêzên Îsraîlê li Şeriaya Rojava li El Emariya kampa penaberan xaniyê Filistîniyekê xerab kir

Îsraîlê li Şerîeya Rojava avahiyeke Filistîniyan xerab kir

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava li El Emariya kampa penaberan xaniyê Filistîniyekê xerab kir.

Eskerên Îsraîlê êrîş bi ser Kampa Penaberan ya El Emariyê û xaniyê 3 qatî yê Lutfiye Ebû Hamîdê ku hê temam nebûye xerab kir.

Di dema xerabkirinê da di navbera ciwanên Filistînî û eskerên Îsraîlê da rageşî derket.

Eskerên Îsraîlê bi guleyên plastîk û xaza îsotê midaxaleyî ciwanan kir.

Îsraîlê di 15yê Berfanbara sala 2018an li ser kuştina eskerekî Îsraîlê ku bi hinceta ku rola malbatê heye dîsa xaniyê Ebu Hamîdê xerab kiribû.

Şerîeya Rojava di çarçoveya "Peymana Osloyê ya Duyem" ku di sala 1995an da Filistîn û Îsraîlê îmze kir da wekî herêmên "A", "B", "C"yê hatibûn cihêkirin.

Îdare û ewlehiya ji sedî 18ê Şerîeya Rojava wekî "herêma A"yê ji Filistînê ra mabû, îdareya ji sedî 21ê wê wekî "herêma B"yê ji Filistînê ra mabû û "asayîşa wê" dewrî Îsraîlê kiribûn, "îdare û asayîşa" ji sedî 61ê wê wekî "herêma C"yê ji Îsraîlê ra hiştibûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE