Îsraîlê li Şerîeya Rojava Filistîniyek kuşt

Hêzên Îsraîlê li rojhilatê Şerîeya Rojava li herêma Axwarê bi îdiaya "xwest bi wesayîtê va bide ser polîsê Îsraîlî û wî biperçiqîne", Filistîniyek kuşt

Îsraîlê li Şerîeya Rojava Filistîniyek kuşt

Hêzên Îsraîlê li rojhilatê Şerîeya Rojava li herêma Axwarê bi îdiaya "xwest bi wesayîtê va bide ser polîsê Îsraîlî û wî biperçiqîne", Filistîniyek kuşt.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê da hat destnîşankirin, li herêma Axwarê li nêzîkî bajarê Erîhayê, Selame Keabîneya Filistînî bi guleyên hêzên Îsraîlê hat kuştin.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku bûyer li herêma Axwarê li bajarokê Zubeydatê qewimî û herwiha eskerên Îsraîlê rê li Filistîniyan girt ku neçin ciyê bûyerê.

Ji aliyekî din va jî di daxuyaniya nivîskî ya polêsên Îsraîlê da jî hat diyarkirin ku zanyarî gihîşt ber destê wan ku li Axwarê li ser Kolana 90emîn "wesayîteke biguman" heye û wiha hat îdiakirin, "Gava wesayît dihat kontrolkirin, wesayîteke din bilez nêzîk bû, lêbelê ajokara wesayîtê guh neda îxtara 'raweste' û xwest bide ser polês û wî biperçiqîne. Li ser vê yekê gule hatin agirkirin."

Di daxuyaniyê hat îdiakirin ku du kesên di wesayîtê da revîn, ajokara ku maske dabû serê xwe jî hat kuştin û herwiha di wesayîtê da eşyayê hatiye dizîn û alavên ku di êrîşê da tên emilandin hatin bidestxistin.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE