Îsraîlê li Şerîeya Rojava mala girtiyekî Filistînî hilşand

Îsraîlê li Şerîeya Rojava mala girtiyekî Filistînî hilşand

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava mala girtiyekî welatiyê Filistînê hilşand.

Li gor agahiyên ji şahidên bûyerê hatin sitandin, eskerên Îsraîlê ber destê sibê avêtin ser Turmusaya bajaroka li bakurê Ramellahê.

Eskeran li vê derê mala Muntasir Şelbiyê 44 salî yê girtî yê welatiyê Filistînê hilşand. Di mala du qatî da malbata Şelbî jiyana xwe didomand.

Gelê bajarokê bertek nîşanî hilşandinê da û hêzên Îsraîlê bi fîşengên rastî û plastîk û xaza rondikrêj va midaxeleyî gel kirin.

Di 2yê gulanê da nişteciyekî Cihu hatibû kuştin 2 niştecî jî birîndar bibûn û Muntasir Şelbiyê di heman demê da welatiyê Amerîkayê ye wekî kiryarê bûyerê tê sûcdarkirin.

Hêzên Îsraîlê di 6ê gulanê da Şelbî binçav kiribûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE