Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava 19 Filistînî binçav kirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, li çend herêmên Şerîeya Rojava bi şev li dijî malên Filistîniyan operasyon hatin kirin û bi îdiaya "tevlî bûyerên terorê bûne" 19 Filistînî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Filistîniyên binçavkirî sewqî navenda binçavkirinê ya li herêmê kirin.
Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ku dagirkirî ne, hêzên Îsraîlê timî bi ser malan da digirin û bi îdiayên curbecur Filistîniyan binçav dikin.
Filistîniyên tên binçavkirin ên di nav da jin û zarok jî hene bi rojan li navendên binçavkirinê tên girtin.