Îsraîlê li Sûriyeyê êrîşî hedefên Îranê kir

Artêşa Îsraîlê li Sûriyeyê ji esman êrîşî hedefên Îranê kir

Îsraîlê li Sûriyeyê êrîşî hedefên Îranê kir

Hat ragihandin artêşa Îsraîlê li Sûriyeyê êrîşî hedefên Feylak el-Qudsa hêzên girêdayî Mihafizên Şoreşa Îranê kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşê da wiha hat gotin: "Artêşa parastina Îsraîlê ji vê saetê pê va li Sûriyeyê hedefên Feylak el-Qudsê dixe."

Di daxuyaniyê da hişyarî ji bo rejima Sûriyeyê hat dayîn û hat gotin bila axên Îsraîlê û hêzên wê hedef neyên girtin.

Di nûçeyeke SANAya ajansa nûçeyan a Sûriyeyê da hat gotin Îsraîlê bi moşekan va ji bejahiyê û esman êrîşî axên Sûriyeyê kiriye, lê sîstemên parastina esmanî ya Sûriyeyê rê li ber êrîşê girtiye gelek moşek hatine îmhakirin.

Artêşa Îsraîlê duh êvarê jî daxuyandibû moşekek avêtine Girên Golanê, lê sîstema parastina esmanî ya Qubbeya Hesin moşek îmhe kiriye.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu hefta borî daxuyandibû artêşa Îsraîlê di nav 36 saetan da li Şamê depoyên çekan ên Îranê û hedefên Hizbullahê xistiye.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Çile 2019, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE