Îsraîlê li Xezeyê li hin cihên Hemasê xist

Li gor agahiya ji çavkaniyên Filistînê hatin bidestxistin jî Îsraîlê bi balafir ên şer û tankan li eraziyên vala û hin cihên çavdêriyê yên Lîwayên Îzedîn el-Qesam ên şaxa çekdar a Hemasê bombebaran kir.

Îsraîlê li Xezeyê li hin cihên Hemasê xist

 Îsraîlê li başûrê Xezeyê êrîş bir ser hin cihên Hemasê.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da hat ragihandin ku balafirên şer û tankan li başûrê Xezeyê êrîş birin ser tunelek û hin cihên eskerî yên Hemasê.

Li gor agahiya ji çavkaniyên Filistînê hatin bidestxistin jî Îsraîlê bi balafir ên şer û tankan li eraziyên vala û hin cihên çavdêriyê yên Lîwayên Îzedîn el-Qesam ên şaxa çekdar a Hemasê bombebaran kir.

Hat diyarkirin ku di êrîşê da tu tişt bi kesî nehat.

Birêvebiriya Tel Avîvê îdia dike ku aktîvîstên Filistînî bafirokên dişewitin û pifdanokên ku bi xaza helyumê hatine pifdan dişîne cî û warên cihûyan ên li dora Xeta Xezeyê loma li herêmê şewat derdikevin.

Artêşa Îsraîlê ji bo bafirok û pifdanokên tê diyarkirin ku ji Xezeyê tên nikare çareseriyê bibîne û gelek caran êrîşê dibe ser herêmên sînor ên îdia dike ku ev li wir tên amadekirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE