Artêşa Îsraîlê daxuyand li Xezeyê gelek cihên Hamasê ji hêla hêzên esmanî va hatin bombebarankirin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat gotin cihên ku Hamas hêza xwe ya eskerî mezin dike, moşek û muhîmatên şer lê tên çêkirin û perwerdeya hêzên behrê dide hedef hatin girtin.
Hat gotin ji ber ku şev ji Xezeyê moşek avêtin axa Îsraîlê ev êrîş jî li hemberî wê hat kirin.
Nûçegihanê AAyê der barê bûyerê da daxuyandibû ku firokeyên şer ên Îsraîlê îşev êrîşî rojavayê Xezeyê û bajarê Xan Yunisê kirine.
Ji meqamên Xezeyê der barê êrîşa esmanî ya Îsraîlê da tu daxuyanî nehat dayîn.
AA