Îsraîlê li Xezeyê êrîşî hedefên Hamasê kir

Li ser hesabê artêşê hat daxuyandin îmalatxaneyeke tê da teqemenî û alavên şer tên çêkirin, baregeheke moşek lê tên ceribandin jî di nav da 10 cihên Hamasê bi balafirên şerva hatin îmhekirin.

Îsraîlê li Xezeyê êrîşî hedefên Hamasê kir

Artêşa Îsraîlê li Xezeyê êrîşî hedefên Hamasê kir û 10 cih îmhe kir.

Li ser hesabê artêşê hat daxuyandin îmalatxaneyeke tê da teqemenî û alavên şer tên çêkirin, baregeheke moşek lê tên ceribandin jî di nav da 10 cihên Hamasê bi balafirên şerva hatin îmhekirin.

Ji ber sedema êrîşê hat gotin ji ber ku duh ji aliyê Xezeyê moşek avêtine Îsraîlê ev êrîş hatiye kirin.

Artêşê daxuyand serê sibê dema cihên Hamasê hatin bombekirin ji Xezeyê 13 moşek hatine avêtin ku ji van 8 hatine berterefkirin.

Şahidan jî daxuyand balafirên şer ên Îsraîlê li bakur û başûrên Xezeyê êrîşî cihên Tugayên Îzedîn El Qesam a şaxa eskerî ya Hamasê kirin.

Di êrîşan da tu kes nemir.

Ji hêla din şaxa eskerî ya Cîhada Îslamî Seriyeyên Qudsê daxuyand ku wan moşek avêtiye Îsraîlê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE