Eskerên Îsraîlê midaxaleyî xwepêşandanên "Meşa Vegera Mezin" a li sînorê Xeta Xezeyê kir û di midaxaleyê de zarokekî Filistînî şehîd ket, 8 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê de hat diyarkirin ku eskerên Îsraîlê di xwepêşandanên li bajarê Xan Yunisa li Xeta Xezeyê gule barandin û Hesen Iyad Şelebiyê 14 salî yê ku ji singê xwe birîndar bib şehît ket.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama gulebarana eskerên Îsraîlê ya ser xwepêşandêran de 8 Filistînî birîndar bûn.
Filistînî ji 30yê adarê vir ve li sînorê Îsraîlê ya Şerîda Xezeya eblûqekirî bi navê "Meşa Vegera Mezin" xwepêşandanên aştiyane li dar dixin.
Eskerên Îsraîlê jî bi guleyên rastîn gul direşînin ser gelê sivîl ê dixwaze ku "vegerin axên xwe yên jê hatine sirgûnkirin û eblûqeya bêhiqûq a ser Xezeyê bê rakirin."