Îsraîlê mesafeya masîgirtinê ya li Xezeyê derxist 15 mîlan

Piştî nûçeyên agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê da, rêveberiya Tel Avîvê biryar stand û ji bo masîvanên li Xezeyê mesafeya girtina masiyan derxist 15 mîlan

Îsraîlê mesafeya masîgirtinê ya li Xezeyê derxist 15 mîlan

Rêveberiya Îsraîlê biryar stand û ji bo masîvanên li Xezeya dorpêçkirî, mesafeya girtina masiyan derxist 15 mîlan.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da hat destnîşankirin ku ji bo masîvanên Xezeyî mesafeya masîgirtinê ji 12 mîlan derxistin 15 mîlan.

Zêdekirina mesafeya masîgirtinê ya ji bo masîvanên Filistînî rastî demeke wiha tê ku li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, di navbera Hemas û Îsraîlê da ji bo 6 mehan agirbest hat ragihandin. Herwiha artêşa Îsraîlê diyar kir ku wan ev biryar wergirt da ku drama însanî ya li Xezeyê xirabtir nebe."

Li gorî nûçeyeke ku duh du çapemeniya Îsraîlê da cih girt, bi navçîtiya Neteweyên Yekbûyî û Misrê di navbera Hemas û Îsraîlê da agirbesteke demkî ya 6 mehî hat ragihandin, di çarçoveya agirbestê da rêveberiya Tel Avîvê dê mesafeya masîgirtinê ji bo masîvanên Xezeyî derxe 15 mîlan û herwiha dê îznê bide ku alîkariyên tibî û mirovî ji ser Îsraîlê ra derbasî Xezeyê bibin.

Lêbelê Hemasê daxuyaniyek dabû û nûçeya agirbestê ya navborî derewandibû.

Li gorî daneyên Sendîkaya Masîvanên Filistînî, li Xezeyê derdora 4 hezarî mirov debara xwe bi masîvaniyê dikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE