Îsraîl naxwaze Amerîka eskerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne

Alîkara Wezîrê Karên Derva yê Îsraîlê Tzipi Hotovelyê got: "Em naxwazin ku Amerîka eskerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne û li dijî vê ne"

Îsraîl naxwaze Amerîka eskerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne

Alîkara Wezîrê Karên Derva yê Îsraîlê Tzipi Hotovelyê got ku ew naxwaze Amerîka eskerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne.

Hotovelyê di rûniştina taybet a mijara wê Sûriye bû ku li Meclisa Îsraîlê hat kirin da axivî û der barê biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina eskerên Amerîkayê yên ji Sûriyeyê da jî got: "Me aciziya xwe yader barê vekişandina eskerên Amerîkayê yên ji Sûriyeyê da bi rêveberiya Washîngtonê ra parve kir.

Hotovelyê destnîşan kir ku serdestiya Kurdan a li bakurê Sûriyeyê heke bi dawî bibe ew yek ji bo Îsraîlê wê talûke be û wiha dewam kir: "Ev yek Îran di serî da wê hêzên neyînî yên li herêmê ne xurt bike.

Di berdewamiya axaftina xwe da Hotovelyê ragihand ku ew bi awayên cihê piştgiriyê didin Kurdên li bakurê Sûriyeyê ku Tirkiyeyê operasyon biribû ser wan û wiha domand: "Îsraîl xwedî wê hêzêye ku dikare alî Kurdan bike û wê xêra vê yekê jî di pêşerojê da bigihîje me."

Hototvelyê destnîşan kir ku ew naxwaze der barê alîkariyên mirovahî yên ku Îsraîl dide gelê Kurd da hûrgiliyan parve bike.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 18:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE