Îsraîlê êrîşî wesayîta ku sivîl tê da bûn kir

Di êrîşa asîmanî ya artêşa Îsraîlê ku li Xezeyê wesayîteke ku sivîl tê da bûn bû armanc da Filistîniyek mir û bi vê va hejmara şehîdan derket 10an

Îsraîlê êrîşî wesayîta ku sivîl tê da bûn kir

Li Xezeyê di êrîşa Îsraîlê ya dijî wesayîteke ku sivîl tê da bûn da Filistîniyek mir û 3 jê jî birîndar bûn.

Li gorî agahiya ku ji şahidan hat wergirtin, balafirên şer ên Îsraîlê, li taxa Et-Tufah a li naverasata Xezeyê wesayîteke ku sivîl ta da bûn, kir armanc û di encamê da wesayît şewitî.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da hat destnîşankirin ku di vê êrîşa asîmanî ya artêşa Îsraîlê da Hamid Ehmed Ebdulxudrî (34) şehîd bû, 3 Filistînî jî birîndar bûn.

Bi êrîşa dawîn a asîmanî ya Îsraîlê va ji duh û heta niha li Xezeyê hejmara Filistîniyên ku şehîd bûn derket 10an û ya birîndaran jî derket 83yan.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya li ser mijarê da jî hat îdiakirin ku Ebdulxudrî ji yek fermandarên Hemasê ye.

Ofîsa çapemeniyê ya hikûmeta Filistînê ragihand ku Îsraîlê ji roja şemiyê vir va bi balafirên şer û topxaneyan li deverên cuda yên Xezeyê qedera 200 hedefên sivîl bombebaran kirin.

Ji aliyekî din va jî çapemeniya Îsraîlê destnîşan kir ku ji 3 kesên ku li Îsraîlê ji ber roketên ku ji Xezeyê hatin agirkirin mirin, jê yek Zeyîd El-Hamamda (50) yê bi eslê xwe Filistînî ye.

- Rageşiya Îsraîl-Xezeyê germ dibe 

Li Xezeyê roja înê bi guleya nîşandar du eskerên Îsraîlê birîndar bûbûn û dû ra şidet gur bûbû. Îsraîlê li dijî herêmên şêniyên sivîlan êrîşên asîmanî kiribûn û wekî bersiv jî ji Xezeyê roket hatibûn agirkirin. 

Artêşa Îsraîlê bi hincetê ku duh ji Xezeya dorpêçkirî gelek roket hatin agirkirin, bi balafirên şer li dijî herêmê êrîşa asîmanî dabû destpêkirin. 

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hatibû destnîşankirin ku ji duh serê sibê vir va 220 hedefên Hemas û Cihada Îslamî yên li Xezeyê bûn armanc û herwiha hatibû destnîşankirin ku ji duh vir va ji Xezeyê ber bi milê Îsraîlê ji 430î zêdetir roket hatin agirkirin.

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî gelek avahiyên li Xezeyê da bînaya ku ofîsa Ajansa Anadoluyê (AA) lê ye hilweşiyabû.

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Gulan 2019, 12:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE