Îsraîlê êrîşî Xezeyê kir

Cihekî eskerî ya Hamasê hedef hat girtin

Îsraîlê êrîşî Xezeyê kir

Balafirên Îsraîlê li Xezeyê êrîşî cihekî eskerî yê Hamasê kir.

Balafirên Îsraîlê li bajarê Xan Yûnisa başûrê Xezeyê li du hevdu 6 caran êrîşî cihekî eskerî yê Hamasê kirin. Di êrîşa ku li hemberî El Qadisiyeya girêdayî Îzzeddîn el-Qasamê ya Hamasê hat kirin da kes nemir.

Artêşa Îsraîlê daxuyand li başûrê Xezeyê hin qadên ku çekan çêdikin jî di nav da cihên Hamasê hedef hatine girtin. 

Hat gotin ji Xezeyê moşek tên avêtin ku ji ber vê ev êrîş hatiye kirin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avîchay Adraee li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyandibû ber bi êvarê ji Xezeyê 2 moşek aliyê Îsraîlê va hatine avêtin.AA

Dîroka nûkirinê: 27 Mijdar 2019, 10:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE