Îsraîlê êrîşî Xezeyê kir: 7 şehîd

Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya dijî Kembera Xezeyê da 7 Filistînî şehîd bûn, 7 Filistînî jî birîndar bûn

Îsraîlê êrîşî Xezeyê kir: 7 şehîd

Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya dijî Kembera Xezeya dorpêçkirî da 7 Filistînî şehîd bûn, 7 Filistînî jî birîndar bûn. Artêşa Îsraîlê ragihand ku di pevçûnê da eskerekî wan hat kuştin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref el-Qudra di daxuyaniya xwe ya nivîskî da ragihand ku di êrîşa dijî sînorê rojhilatê yê Xan Yûnisê da 7 Filistînî şehîd bûn, 7 jê jî birîndar bûn.

Li gorî deqê daxuyaniya nivîskî ya Qudra, Filistîniyên ku şehîd bûn ev in; Nureddin Selame Bereke (37), Mihemed Macid Musa el-Qerra (23), Alaeddin Mihemed Kuweydir (22), Mistefa Hesen Ebû Ude (21), Mihemed Atallah Musabbih (25), Ala Nasrullah Abdullah Fuseyfis (19) û Omer Naci Mislim Ebu Xatir (21).

Qudra herwiha destnîşan kir ku hemû ekîbên wezareta tenduristiyê di amadebaşiyê da ne.

- Eskerê Îsraîlê hat kuştin

Ji aliyekî din va jî duh êvarê li başûrê Kembera Xezeyê di êrîşa artêşa Îsraîlê da eskerekî Îsraîlê hat kuştin.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da wiha hat gotin, "Gava hêzên taybet ên Artêşa Îsraîlê li Kembera Xezeyê operasyoneke ewlekariyê dimeşand, pevçûn derket û eskerekî Îsraîlê hat kuştin, eskerek jî sivik birîndar bû."

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee jî di civîna çapemeniyê da destnîşan kir, hat tesbîtkirin ku ji Xezeyê ber bi Îsraîlê 10 roket hatin agirkirin ku 2 jê ji aliyê pergala berevaniya asîmanî Qubeya Hesinî va hatin jinavbirin.

Ji milê Xezeyê jî hê kesî berpirsyariya roketên ku hatin agirkirin, hilneda li ser xwe.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Mijdar 2018, 10:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE