Îsraîlê êrîşî Xezeyê kir

Artêşa Îsraîlê ji hewayê êrîşî Xezeyê kir, di êrîşê da 2 cihên Hemasê hatin lêxistin

Îsraîlê êrîşî Xezeyê kir

Artêşa Îsraîlê ji hewaêrîşî Xezeyê kir, di êrîşê da 2 cihên Hemasê hatin lêxistin.

Avichay Adraeeyê Berdevkê Artêşa Îsraîlê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û destnîşan kir ku teyareyên şer ên artêşê êrîşî Xezeyê kirin û li 2 ciyên Hemasê xistin.

Adraee got ku duh ji Xeta Xezeyê roket avêtibûn Îsraîlê ev jî wekî bersiv hat kirin.

Hat dîtin ku Îsraîlê di êrîşan da li ciyekî li Tufaha taxa Xezeyê û eraziyekî vala yê li Wedî Selkaya gundê Dêr Belaha Xezeyê xist.

Di êrîşê da kesek nemir an jî birîndar nebû, hat dîtin ku zirar çêbû.

Hemasê hê ji bo bûyerê daxuyanî neda.

Artêşa Îsraîlê duh daxuyanî dabû û diyar kiribû ku roketa ji Xezeyê hat avêtin bi destê sîstema parastina hewayê ya Qubeya Hesin hat îmhekirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 17 Tebax 2019, 16:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE