Îsraîlê êrîşa asîmanî bir ser Xezeyê

Îsraîlê êrîşa asîmanî bir ser Xezeyê

Hat ragihandin, Îsraîlê êrîşa asîmanî bir ser hedefên Hemasê yên li Xezeya dorpêçkirî.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî êrîş ragihand.

Adraee diyar kir, wekî bersiva avêtina roketê ji Xezeyê dijî bajarê Aşdod ê li başûrê Îsraîlê, wan êrîş bir ser kozikên Hemasê.

Berdevkê Îsraîlî destnîşan kir ku xebatên Hemasê yên li ser tunelan hatin armancgirtin.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê li Xezeyê ragihand, êrîş li herêmên Refah û Xan Yûnisê yên li başûrê Xezeyê bû sedema xesareke mezin, lê dê bûyerê da kuştî û birîndar çênebûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE