Li gor daxuyaniya ku ser hesabê Twitterê yê artêşa Îsraîlê hat dayîn, balafirên şer hin deverên biryargeheke eskerî ya Hemasê dan.
Hat gotin ku duh ji Xezeyê balona ku bi xaza helyumê va hatibû tijîkirin avêtin Îsraîlê û ji bo vê êrîş hat kirin. Tu agahî nehat dayîn bê ka di êrîşê da tiştek bi kesî hat an na.
Duh di çapemeniya Îsraîlê da hatibû gotin, balonên ku ji Xezeyê hatin avêtin, agir bi zeviyên Îsraîlê ên ser sînor xistin.
AA