Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser Xezeyê

Artêşa Îsraîlê: "Me li Xezeyê dijî Hemas û hedefên tevgera Cîhada Îslamî dest bi êrîşê kir"

Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser Xezeyê

Balafirên şer ên Îsraîlê ji hewayê êrîşî Xezeyê kir.

Der barê êrîşê da ji Artêşa Îsraîlê daxuyanî da û wiha got: "Me li Xezeyê dijî Hemas û hedefên tevgera Cîhada Îslamî dest bi êrîşê kir."

Di daxuyaniyê da hat gotin ji Xezeyê ber bi Îsraîlê va îro qasî 90 fuze hatine avêtin û wan jî ji ber vê xwestin bersivê bidin.

Di daxuyaniyê da hat gotin êrîşa dijî xeta Xezeyê dewam dike û li herêmê car caran jî dibe dengê sîrenê bê.

Li gor nûçeyên ku li çapemeniya herêmî derketin, ji aliyê Filistînê ber bi Îsraîlê va ji sedî zêdetir fuze hatine avêtin û Îsraîlê jî bi saya sîstema "Kubeye Hesin" ya parastina esmanî hemû fuze îmhe kirin.

Di nûçeyê de hat gotin fuzeyekê li herêma Eşkolê îsabetê malekê kiriye lê di êrîşê da tu kes birîndar nebûne.

AA

Dîroka nûkirinê: 04 Gulan 2019, 17:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE