Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser Xezeyê

Balafirên şer ên Îsraîlê li bajarê Xan Ûnisê ku dikeve başûrê Xezeyê li baregeheke eskerî ya Tuxayên Qasamê û li Deyr el-Belaha dikeve naverasta Xezeyê eraziyekî çandiniyê kir hedef.

Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser Xezeyê

 Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî Tuxayên Îzedîn el-Qasam, ku li Xezeyê şaxa eskerî ya Hemasê ye û eraziyekî çandiniyê kir.

Balafirên şer ên Îsraîlê li bajarê Xan Ûnisê ku dikeve başûrê Xezeyê li baregeheke eskerî ya Tuxayên Qasamê û li Deyr el-Belaha dikeve naverasta Xezeyê eraziyekî çandiniyê kir hedef.

Ji ber êrîşa Xan Ûnisê li tesîsên derdorê xesara madî çêbû. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê hê tu daxuyanî nedaye bê ka kuştî hene yan na.

Duh êvarê artêşa Îsraîlê daxuyanî da ku ji Xezeyê roket avêtin Îsraîlê û Îsraîlê piştî demeke kin ev êrîş kir.AA

Dîroka nûkirinê: 30 Çile 2020, 09:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE