Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser Xezeyê

Artêşa Îsraîlê jî hê der heqê êrîşa esmanî da tu agahî nedaye. Rêvebiriya Tel Avîvê îdia dike ku xwepêşandêrên Filistînî bafirokên agirpêxistî û balonên ku bi xaza helyumê tijekirî dişîne niştewarên Cihû yên li derdora Şirîda Xezeyê û ji ber van bafirok û balonan agir bi herêmê ketiye.

Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser Xezeyê

Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser deverên cuda yên Xezeyê.

Li gor daxuyaniya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmê hilda, li Xezeyê ser herêmên cuda êrîşa esmanî hat kirin, qismekî van herêman aîdê şaxa eskerî ya Hamasê a Îzzeddîn el-Qassamê ne.

Hê tu daxuyanî nehatiye dayîn ku mirî an jî birîndar hene an na. 

Artêşa Îsraîlê jî hê der heqê êrîşa esmanî da tu agahî nedaye. Rêvebiriya Tel Avîvê îdia dike ku xwepêşandêrên Filistînî bafirokên agirpêxistî û balonên ku bi xaza helyumê tijekirî dişîne niştewarên Cihû yên li derdora Şirîda Xezeyê û ji ber van bafirok û balonan agir bi herêmê ketiye.

Ji ber ku Îsraîl ji van bafirok û balonên ku dibêjin ji aliyê Xezeyê tên ra tu çareseriyê nabîne û îdia dike ku ji herêmên sînor tên amadekirin û loma jî timî êrîşên esmanî dibe ser herêmên sînor.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE