Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser Xezeyê

Artêşa Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser 3 hedefên Hemasê yên li Xezeyê

Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser Xezeyê

Balafirên şer ên Îsraîlê li Xezeêrîşî 3 kozikên Lîwayên Îzzeddîn el-Qassam yên ku baskê eskerî yê Hemasê ye, kirin.

Li gor agahiyên ji şahidan hatin hildan balafirên şer ên Îsraîlê li bajarê El Qadîsiye, li herêma El Haşasîna rojavayê Xan Yûnisê û li herêmeke bakurê Xezeyê êrîşî ser kozikên Lîwayên Qasamê kirin.

Çavkaniyên tenduristiyê yên Filistînê gotin ku di êrîşê da tiştek bi tu kesî nehatiye.

Der barê êrîşê da ji meqamên Îsraîlê tu daxuyanî nehat dayîn.

Berdevkê Artêşê Avîchay Adraeey li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî dabû û îdia kiribû ku ji Xezeyê ber bi Îsraîlê va roket hatine avêtin. 

Duh jî li rojhilatê bajarê Refahê di êrîşa Artêşa Îsraîlê da 8 Filistînî birîndar bûbûn.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE