Sûriyeyî bi jiyana nû re nasnameyên nû standin

Meclisa Mehelî ya El-Babê nasnameyên fermî dide gelê xwe...

Sûriyeyî bi jiyana nû re nasnameyên nû standin

Li herêma mertala feratê bi saya Tirkiyeyê hizûr û nîzam rûnişt. Ji bo nifûsa bajaran neyê guhertin xizmetên nifûsê dest pê kirin. Meclisên mehelî nasnameyên fermî didin şêniyan. Nasname hem bi zimanê erebî hem jî bi zimanê tirkî hatin hazirkirin.

Hereketa Mertala Feratê 2016an de bi hevkariya Artêşa Tirkiyê û Artêşa Sûriya Azad dest pê kiribû û 2 hezar û 55 kîlomêtro ji terorîstên DEAŞê hatibû paqijkirin.

Piştî operasyona Herêma Mertala Feratê herêm ewle bû aramî hatê.

Li herêmê vegera xelkê dewam dike û bihatina kesên koç kirine nifûs her roj zêde dibe.

Bi biryara Meclisa Meheliyên; El-Bab, Cerablus, Efrîn û Ezazê xizmeta nifûsê dest pê kir.

Welatiyên ku piştî hizûrê vegeriyana ser mal û milkên xwe nasname distînin.

El-Babê bi welatiyan tijî dibe. Rojê 500 kes ji bo nasnameyên nû serldana fermî dikin.

Berpirsiyarê Midûriya Nifûsê Ebdulhemit El Zahir : Em li gor qeydên berê nasname didin xelkê El-Babê. Ji bo kesên ku belgeyên wan tinin, bi qerara mehkemê li ser navê wan kimlik tê derxistin. Heta niha 22 hezar kesî nasname girt. Ev nasname li herêmên ewle fermî ye. Bi saya vê nasnameyê welati dikarin bazîrganiyê bikin, erd û mal bistînin û di kontrolên polîsan de bi rehetî derbas bibin.”

Nasnameya nû jiyana gel rihettir dike. Kesên ku nasname distînin ji hemû xizmetên Tirkiyeyê û ji derfetên Meclisa Mehelî feydeyê dibînin.

Li gor îstatistîk û nasnameyan nifûsa El-Babê ji Ereb, Tirkmen û Kurdan pêk tê.

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE