Sûriyeyî di vê eydê da jî dilşikestî ne

Sûriyeyiyên li Kilîsê di konbajarê da dimînin dixwazin şer biqede û ew êdî li welatê xwe eydê pîroz bikin

Sûriyeyî di vê eydê da jî dilşikestî ne

Li Navenda Lêhewînê ya Demkî ya Elbeyliyê ya Kilîsê ya ku nêzîkî 10 hezar Sûriyeyî tê da dijîn amadehiya Eyda Qurbanê dest pê kir.

Welatiyên Sûriyeyê yên ku ji ber şerê navxweyî xwe spartine Tirkiyeyê vê eydê jî ji welatê xwe dûr in û hêvî dikin şer biqede û ew vegerin ser axa xwe.

Alvas Wekîliyê ji Sûriyeyê ji nûçegihanê AAyê ra got ew 8 sal berê ji ber şer hatine Tirkiyeyê û li vê navendê dimînin, ji tenduristiyê bigire heta perwerde û werzişê ew ji gelek xizmetan îstifade dikin, lê dîsa jî tu cih wek welatê wan nabe.

- "Em li vir rehet in lê me bêriya welatê xwe kir"

Alvaş Wekîlî got ew bêriya eydên berê dike û wiha axivî: "Şikir me amadehiyên eydê kir. Ez spasiya dewleta Tirk dikim, bila sax bin hemû pêdiviyên me didin. Bi taybetî em spasiya Recep Tayyîp Erdogan dikin. Ew ne tenê serok, bavê me ye jî, lewra kedeke mezin da me. Me ji ewladên xwe zêdetir parast. Deynê me ji wî ra heye. Heke rojek bê înşallah emê jî wek berdêl tiştekî bikin. Her tim canê me fedayê wî ye bila qet ji bîr neke. Em li vir rehet in lê me berîya welatê xwe kir."

- "Înşallah şer biqede em vegerin welatê xwe"

Wekîlî got tekane daxwaza wan ew e ku şer biqede û ew vegerin welatê xwe û wiha dewam kir: "Li Tirkiyeyê em ne yek an jî dudu ne, înşallah şer biqede em vegerin welatê xwe û li wir eydê pîroz bikin. Tu der ne mîna welatê mirov e. Em li vir rehet in, lê em beriya axa welatê xwe dikin."

- "Min bêriya welatê xwe kir "

Mihemed Erebiyê ku 8 sal e li Tirkiyeyê ye jî wiha got: "Em dixwazin vegerin welatê xwe. Em spasiya Tirkiyeyê dikin. Înşallah dema şer qediya emê vegerin welatê xwe. Min bêriya welatê xwe kir."

Zeyneb Mihemedê jî got xeyala wê ew e ku şer biqede û ew vegere welatê xwe, ji ber ked û xizmeta ji bo wan tê dayîn spasiya her kesî kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE