Sûriyeyî ji bo eydê diçin welatê xwe

Hejmara Sûriyeyiyên ku dixwazin Eyda Qurbanê li cem eqrebayên xwe yên li herêmên wekî Ezaz, Mare, Soran, Axtarîn, Çobanbey, Efrîn, Cerablus û El Bab û herwiha herêmên mayîn ku bi operasyonên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê va ewlehî lê hat edilandin derbas bikin gihîşt 21 hezar û 500î.

Sûriyeyî ji bo eydê diçin welatê xwe

 Sûriyeyiyên ku dixwazin Eyda Qurbanê li welatê xwe derbas bikin di roja dawîn da jî ji Deriyê Sînor yê Oncupinarê derbas dibin.

Hejmara Sûriyeyiyên ku dixwazin Eyda Qurbanê li cem eqrebayên xwe yên li herêmên wekî Ezaz, Mare, Soran, Axtarîn, Çobanbey, Efrîn, Cerablus û El Bab û herwiha herêmên mayîn ku bi operasyonên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê va ewlehî lê hat edilandin derbas bikin gihîşt 21 hezar û 500î.

Sûriyeyên ku ji Walîtiyê destûr hildan ji Deriyê Sînor yê Oncupinarê derbas bûn û çûn welatê xwe.

Huseyîn Mihemed ji rojnamevanan ra daxuyand ew ji Stenbolê hatiye ku here Ezezê û eydê li cem eqrebayên xwe derbas bike.

Mihemed spasiya rêvebirên Komara Tirkiyeyê kir ku destûr dane ew ji bo ziyaretê herin welatê xwe.

Çûyina Sûriyeyyiyan di 5ê Tîrmehê da dest pê kiribû ku îro roja dawîn e.

Vegera wan jî wê di navbera 26ê Tîrmehê û 31ê Çileya Peşîn da çêbibe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE