Sûriyeyî ji bo eydê diçin welatê xwe

Welatiyên Sûriyeyê yên dixwazin eyda xwe li Ezaz, Mare, Soran, Axtarîn, Çobanbey, Efrîn, Cerablus û Baba bi herekatên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê hatibûn ewledarkirin derbas bikin dest bi karûbarên derbasbûnê kirin û li deriyên gumrikê jî ji bo wan sererastkirinên taybet hatin kirin.

Sûriyeyî ji bo eydê diçin welatê xwe

 Welatiyên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê ji bo Eyda Rojiyê li welatê xwe derbas bikin ji Deriyê Gumrikê yê Karkamişa Gazîentabê ra diçin welatê xwe.

Welatiyên Sûriyeyê yên dixwazin eyda xwe li Ezaz, Mare, Soran, Axtarîn, Çobanbey, Efrîn, Cerablus û Baba bi herekatên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê hatibûn ewledarkirin derbas bikin dest bi karûbarên derbasbûnê kirin û li deriyên gumrikê jî ji bo wan sererastkirinên taybet hatin kirin.

Welatiyên Sûriyeyê yên li ser "www.suriyebayramizni.com"a malpera Walîtiya Gazîentabê ji bo randevuyê serî lê xistin û belgeyên xwe amade kirin hatin Deriyê Gumrikê yê Karkamişê.

Li vê derê rêzeke dirêj çêbû, aşiyên felca zarokan, sorik û tevlihev li zaran xistin û piştî kontrolan destûr dan ku derbasî Sûriyeyê bibin.

Davut Gulê Waliyê Gazîentabê Deriyê Gumrikê yê Karkamişê ziyaret kir û der barê derbasbûnan da agahî sitand. Gul li vê derê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku derbasbûn bêpere ye.

Gul destnîşan kir ku di rojê da kêmzêde hezar û 500 kes ji derî ra derbas dibin û wiha pê da çû: 

"Kesên dixwazin herin li ser malpera înternetê randevuyê distînin. Paşê di roj û saeta xwe da tên karûbarên xwe dibînin. Di dema karûbaran da pere nayê sitandin. Li vê derê tercumanên me hene, em zarokan beriya ku derbas bibin aşî dikin. Kesên ku derbasî Sûriyeyê bûn dikarin hetanî dawiya salê li wê derê bimînin. Hetanî vê gavê 35 hezar kesî randevu sitand û karûbarên xwe bibînin. Derbasbûn ew ê hetanî 30yê gulanê dewam bike."

Mistefa Ehmedê welatiyê Sûriyeyê jî got ku 4 sal e li Tirkiyeyê dijî û gelekî ji vê derê hez dike.

Ehmed destnîşan kir ku malbata wî li Sûriyeyê ye û wiha axivî ."Ez diçim Minbicê, malbata min li wê derê ye. Ez li vê derê bi tena serê xwe dijîm. 4 sal e wan nabînim û dixwazim îsal eydê bi wan ra derbas bikim."AA

Dîroka nûkirinê: 28 Gulan 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE