Sûriyeyî vedigerin welatê xwe

Jin û zarok jî di nav de 70 Sûriyeyî di çar çarçoveya "Bernameya Vegerê ya Dildar" de hatin Deriyê Sînor ê Oncupinarê. Sûriyeyî piştî kar û barê wan li vê derê qediyan bi mînîbusan derbasî Sûriyeyê bûn. 

Sûriyeyî vedigerin welatê xwe

 Sûriyeyiyên ku ji ber şerê navxweyî yên li welatê xwe revîbûn û xwe spartibûn Tirkiyeyê piştî Herekata Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê li cî û warên wan ewlehî pêk hat vedigerin.

Jin û zarok jî di nav de 70 Sûriyeyî di çar çarçoveya "Bernameya Vegerê ya Dildar" de hatin Deriyê Sînor ê Oncupinarê. Sûriyeyî piştî kar û barê wan li vê derê qediyan bi mînîbusan derbasî Sûriyeyê bûn. 

Hesen El Ehmed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyî 7 sal beriya vê hatibû Tirkiyeyê û niha jî vedigere û wiha axivî:

"Me li vê derê demên gelekî xweş û baş derbas kirin. Xwedê ji gelê Tirkiyeyê razî be. Tu carî em tenê nehiştin, her dem alîkarî dan me. Min Stenbol û Edene dît. Ez li gelek ciyan geriyam. Lê çi bidin me bila bidin meriv dîsa jî axa xwe ji bîr nake. Em ji ber vê îro vedigerin welatê xwe."

Mihemed el Mihemed jî got ku wî ji Tirkiyeyê gelekî hezkir û qenciyên gelê Tirkiyeyê tu carî ji bîr nake û ew ji ber nexweşiya xwîşka xwe vedigere Sûriyeyê. 

Piştî Herekata Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê hat kirin heta niha bi qasî 315 hezarî Sûriyeyî vegeriyan welatê xwe. AA

Dîroka nûkirinê: 01 Adar 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE