Ji bo ew li ser meqamê xwe bin; bi sed hezaran însan mirin, bi milyonan sivîlî koç kir û yên mayî jî di nav tirs û xofê de li ber xwe didin. Li Sûriyê, rejîma Esed guh nade tu tiştî… rejîm wê di 26ê gulanê de ji bo serokatiyê cara 2yan hilbijartinê bike. Lê muxalifên herêmê hilbijartinê qebûl nakin û dibêjin tu hikmê vê hilbijartina sexte tune. Bangî rejîmê dikin û dibêjin ewilî demokrasiyê pêk bîne pişt re hilbijartinê bike.
Şerê navxweyî yê Sûriyê ev 10 sal in dewam dike.
Bi sed hezaran însan mirin, bi milyonan sivîlî cih û warên xwe terikand û bûn koçber.
Di nav xwîn û tevliheviyê de rejîmê heta niha 6 caran hilbijartin li dar xist.
3 caran ji bo parlamentoyê, 2 caran ji bo rêvebiriyên herêmî û carek jî ji bo serokatiyê hilbijartin hat kirin.
Di van de jî rejîmê bi tenê li cihên ku kontrol dike sindoq danîn.
Rejîm niha jî ji bo hilbijartina serokatiyê ya 2yan a di 26ê Gulanê de haziriyê dike.
Bi pêşengiya Tirkiye, Rûsya û Îranê li herêmê Komîteya Makezagonê hatibû avakirin. Lê rejîm guh nade xebatên wê jî.
Muxalifên li Bakurê Sûriyê ji bo ku nikarin biçin ser sindoqê bertek nîşanî hilbijartinê didin.
Koalîsyona Neteweyî ya Muxalif û Hêzên Şoreşger ên Sûriyê ji bo hilbijartinê dibêjin “şano ye”.
Saziyên muxalif û çalakvanên Kurd jî bertek nîşanî hilbijartinê didin.
Muxalif dixwazin rejîm demildest xwe fesh bike û bi şertên demokratîk hilbijartinek were lidarxistin.
Rejîm wê bi tenê li cihên ku kontrol dike yanî li ser ji sedî 60ê Sûriyê hilbijartinê bike.
Beriya şerê navxweyî li Sûriyê nifûs 22 milyon bû. Li gorî Komîseriya
Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî 6 bêhnok 6 milyon Sûriyeyîyî welatê xwe terikandiye.
Li gorî Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî 6 bêhnok 7 milyon sivîl jî li Sûriyê mane.