Sûriyeyiyên ku vedigerin welatê xwe kêfxweş in

Li ser hesabên medyaya civakî yên Wezareta Parastina Neteweyî der barê vegera Sûriyeyiyan da vîdeo hat parvekirin

Sûriyeyiyên ku vedigerin welatê xwe kêfxweş in

 Sûriyeyiyên ku ji destê PKK/YPGya rêxistina terorê her cure zext û zilim kişand, vedigerin ser axa xwe.

Li ser hesabên medyaya civakî yên Wezareta Parastina Neteweyî der barê vegera Sûriyeyiyan da vîdeo hat parvekirin.

Di vîdeoyê da Sûriyeyiyên ku ji zexta rêxistina terorê revîne û xwe spartine Cerablûsa herêma Herekata Mertalê Feratê, di nav ewlehiyê da li mala xwe bi cî dibin.

Sûriyeyî di vîdeoyê da qala zexta ku ji destê rêxistina terorê kişandine dikin û dibêjin ku terorîstan ew bi zorê dişandin şer.

Sûriyeyî dibêjin ew kêfxweş in ku vegeriyan malên xwe û ji bo ku timî piştgirî dan wan spasiya Serok Recep Tayyîp Erdogan û Mehmetçîk jî kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE