Stad bû stargeh

Stada Îdlibê ji xwe re kirin wargeh...

Stad bû stargeh

Ji ber erîşên hovane yên rejîma Esed her roj bi sedan kes koç dikin û ber bi sînorê Türkiyeyê ve tên. Kî li ku derê cihekî vala bibîne demildest li wir bi cîh dibe. Gelek kesî jî ji ber erîşan xwe spartiye Stada Îdlibê û li wir dijîn. Ji ekîba TRT Kurdi’yê Nûçegîhan Alaattîn Geçer û kameraman Alî Yoldaş çûn Stada Îdlibê û jiyana koçberan kişandin….

Jiyanên serobino…Malbatên perçebûyî…Û bêkesî û neçarî…

Ev der stada Îdlibê ye. Lê êdî li virê werzîş nayê kirin. Ev der bûye wargeha koçberan.

Zar û zêç… Kal û pîr… Jin û mêr…

Bi hezaran kes ji ber erîşên hovane yên Rejîma Esed reviyane û xwe spartinê vê stadê.

Li hewşa stadê bi dehan kon hene…

Li bin diwarên stadê jî rewş heman e…

Di nav konan de di rewşeke dijwar de dijîn. Konên wan di nav heriyê de ne û perişan in.

Meryem Fûat jî bi zarokên xwe re ji ber erîşan reviyaye û xwe spartiyê vê stadê.

Fûat got, ‘’Ez û zarokên xwe em ji erîşan reviyan û hatin vê derê. Me bi xwe re tu tişt neanî. Em tenê bi cil û bergên ku li ser me ne hatin. Em di van konan de dijîn. 3 rojan carekê xwarin tê belavkirin. Hewcedariya me pir e.’’

Abdulbasît Abdullah jî yek ji wan mexdûran e.

‘’Em ji xwedê dixwazin ev şer bisekine û em vegerin mala xwe. Binêrin rewşa me pir xirab e. Em bi 12 kesan di vî konî de dijîn. Malên me hatin wêrankirin. Em li vir nexweş ketin. Jiyan li me herimî.’’

Merhem Hecî Mûsa jî 35 salî ye. Ew jî bi 4 zarokên xwe re reviya ye û xwe spartiyê vê derê.

Mûsa got ‘’Em jı erîşan reviyan. Rewş pir xirab e. Li vir birçîbûn heye. Tunebûn heye. 4 zarokên min hene. Di van konan de jiyan nabe. Ev der pir xirab e. Hemû zarok nexweş ketine. Em mecbûr man ku li vir bijîn.’’

Zarok wekî ku şer û pevçûn tune ye bi topê dilîzin.

Di piyên hin zarokan de ne gore ne jî sol heye.

Lê ji bo erîşan ji bîr bikin bi hev re bi gogê dilîzin.

Hin zarok jî li cihê parke dileyzin.

Haya wan ji ti tiştî tune lê êş û topbarana li ser axa wan dewam dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE