Stada Senegalê bi merasima ku Erdogan jî beşdar bû va hat vekirin

Stada Senegalê bi merasima ku Erdogan jî beşdar bû va hat vekirin

Li Senegalê Stadyuma Senegalê ya ji hêla şirketa Tirkan va hatiye çêkirin bi merasima ku Serok Recep Tayyîp Erdogan jî beşdar bû va hat vekirin.


Serok Erdogan li ber stadyumê silav da welatiyan û demekê bi Serokkomarê Senegalê Macky Sall û jina wî Marîama Faye Sall va sohbet kir.


Serokkomarê Gine Bissauyê Umaro Sissoco Embalo, Serokê Dewleta Ruandayê Paul Kagame, Serokê Dewleta Liberyayê George Weah û Serokkomarê Gambiyayê Adama Barrow jî beşdarî merasimê bûn.

Serokê FIFAGianni Infantino bi Tirkî spasiya reyedarên şirketa ku stadyumê çêkirine kir.


Erdogan dema derkete qadê bi futbolîstan ra sohbet kir û û top avête Sall û serokên dewletên dinê.

Stadyuma 30 kîlomêtro nêzîkî paytext Dakarê ye ji bo 50 hezar kesî ye.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE