Îstifaya Serokomarê Cezayirê Bûteflîqa

Îstifaya Serokomarê Cezayirê Bûteflîqa

Ebdilezîz Bûteflîqayê Serokomarê Cezayirê ji bo biryara xwe ya îstifayê got ji bo "pêşiyê li encamên nebaş bibire" ev biryar daye.

APSya ajansa xeberan a fermî ya Cezayirê nameya îstifayê ya ku Bûteflîqa pêşniyazî Konseya Qanûna Bingehîn kir weşand û di nameyê da tê gotin ku Bûteflîqa beriya 28ê nîsanê ya ku wezîfeya wî diqede îstifaya xwe da, ev jî ji bo ku pêşî li encamên nebaş bibire kir.

Di nameyê da hat destnîşankirin ku ji bo dilê gel rihet bibe û Cezayirê bigihînin pêşerojeke baş ev biryara hat dayîn. Hat gotin ku ji bo pêvajoya derbasbûnê jî hin biryarên din ew ê werin weşandin. Di nameyê da wiha hat gotin: "Bi vê perspektîfê ji bo mayîndebûn û ewlehiya saziyên dewletê min li gor rayeyên ku qanûna bingehîn didin ji bo pêvajoya derbasbûnê ya bijartina serokomar tevdîrên lazim dikin hilda."

- Têlevizyona dewletê zindî weşand

Têlevizyona dewletê jî dîmenên ku tê dîtin Bûteflîqa nameya îstifayê pêşniyazî Teyîb Bîlayzê Serokê Konseya Qanûna Bingehîn dike weşand.

Ebdilqadir Salihê Serokê Konseya Gel jî di dema îstifayê da amade bû, di dîmenan da tê dîtin ku reng û rûyê Bûteflîqayê bi sandalyeya biteker hat çûye.

Ebdilezîz Bûteflîqayê Serokomar ev demeke dirêj e dibû hedefa protestoyan û duh êvarê îstifa kiribû.

Ehmed Qayid Salihê Sererkanê Cezayirê duh bangî Bûteflîqa kiribû ku bira demildest dev ji wezîfeyê berde.

Serokomariya Cezayirê duh daxuyanî dabû û diyarkiribû ku wezîfeya Bûteflîqa di 28ê nîsanê da bi dawî dibe lêbelê ew ê beriya vê dîrokê îstifa bike. Wekî mayîn di daxuyaniyê da hatibû 

Dîroka nûkirinê: 04 Nîsan 2019, 12:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE