Stoltenberg: Di derxistina dan û dexl a ji Ukraynayê da Türkiye roleke pir girîng dileyîze

Stoltenberg: Di derxistina dan û dexl a ji Ukraynayê da Türkiye roleke pir girîng dileyîze

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir, vexwendina Fînlandiya û Swêdê ya ji bo NATOyê dê hefteya bê roja sêşemê bi fermî were îmzekirin.

Stoltenberg di dawiya Zîrweya NATOyê da ku li paytextê Îspanyayê Madrîdê hat lidarxistin da civîna çapemeniyê li dar xist û wiha got, "Biryara vexwendina Fînlandiya û Swêdê ya ji bo NATOyê me li vir sitand. Dê digel wezîrên karên derva sêşema bê bi fermî were îmzekirin."

Stoltenberg wiha dewam kir, "Em dizanin, dibe ku di navbera Rûsya û NATOyê da şer derkeve ku encamên wê dê xirabtir û wêrankartir bin. Niha her çiqas taybet ji bo Ukraynayê be jî, li Ewropayê krîz û şerekî nedîtî yê ji Şerê Dinyayê yê 2yemîn vir va heye û dibe ku ev xirabtir be jî."

Stoltenberg destnîşan kir ku li ser asta kurewî qeyrana xurek heye, bihayên xurek rekorên dîrokê bi dest xistin û wiha got, "Di derxistina dan û dexl a ji Ukraynayê da Türkiye roleke pir girîng dileyîze."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE