Stoltenberg ji bo çareserkirina krîza Rûsya û Ukraynayê spasiya Erdogan kir

Stoltenberg ji bo hewildana wî ya seba çareserkirina krîza Rûsya û Ukraynayê spasiya Erdogan kir

Stoltenberg ji bo çareserkirina krîza Rûsya û Ukraynayê spasiya Erdogan kir

 Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ji bo piştgiriya wî ya seba çareseriya siyasî ya krîza Rûsya û Ukraynayê û seba hewildana wî ya şexsî, spasiya Serokomar Erdogan kir.

Stoltenberg li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û daxuyand ku bi Serokomar Erdogan ra bi têlefonê axivî.

Stoltenberg daxuyand ku ew li ser eskerên ku Rûsyayê li sînorê Ukraynayê bi cih kirine axivîn û wiha dewam kir, "Piştgiriya ku seba dîtina çareseriya siyasî da û hewildana ku şexsî da, min spasiya wî kir."

Stoltenberg ew kêfxweş in ku Tirkiyeyê piştgiriyeke xurt a pratîk da Ukraynayê û destnîşan kir ku NATO amade ye ku bi Rûsyayê ra diyalogê dayne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE