Stoltenberg: "(Rojhilatê Behra Spî) Qeyran bi hevkarî wê çareser bibe"

Stoltenberg: "(Rojhilatê Behra Spî) Qeyran bi hevkarî wê çareser bibe"

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ji bo qeyrana li Rojhilatê Behra Spî got ku ew qeyran divê bi hevkarî bê çareserkirin.

Stoltenberg berî hevdîtina bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê ra daxuyanî da û diyar kir ku ji ber qeyrana li Rojhilatê Behra Spî herkes di nav fikarê da ye.

Di axaftina xwe da Stoltenberg ragihand ku ew ji hewla Almanyayê razî ne ku ji bo rageşî zêde nebe dide û wiha pê da çû: "Ev qeyran bi hevkarî û li gor hiqûqa navneteweyî divê bê çareserkirin. Kêmbûna rageşiyê bi kêrî herkesî tê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE