Stoltenberg Tirkiye wekî nimûneya hevkariyê nîşan da

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku ji hêla Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) va şandina alavên tenduristiyê bo Îtalya û Îspanyayê, nîşaneyeke zelal a hevkariya îtifaqê ye.

Stoltenberg wêneyê balafira TSKyê ku di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da alavên tibî bir Îtalya û Îspanyayê li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir û wiha got, "Hevkariya NATO di fealiyetê da ye. Ez serbilind im ku mitefiqên me yên NATOyê bi rêya navenda alîkariya afatê piştgiriyê didin hev. Em bi hev ra bihêztir in."

Wezareta Parastina Neteweyî ragihandibû ku ew ê bi balafira TSKyê alavên tenduristiyê ku tevda bi derfetên xumalî hatine çêkirin û ji celebên cuda maske û tuliman û her wiha ava şileya antîbakteriyel pêk tê, di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da bişînin Îtalya û Îspanyayê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE