Stratejiya Emerîkayê Ya Sûriyeyê

Jeffrey: Em bi hevkariya Tirkiyeyê li Sûriyeyê bi ser ketin

Stratejiya Emerîkayê Ya Sûriyeyê

"Ger hevkarî û piştgiriya tirkiyê nebûya, me nikaribû li sûriyê bi ser kevin.” Ev gotinên Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Emerîkayê James Jeffrey ne. Jeffrey derbarê stratejiya Emerîkayê ya li Sûriyê de got, “divê em demeke dirêj li sûriyê bimînin. Ji bo vê jî hevkariya me ya bi YPG’ê re girîng e.”

Di axaftina wî de nakokî hebûn. got, “Em li Sûriyê bi ypg’ê re hevkariyê dikin. YPG şaxa rêxistina terorî PKK’ê ya li Sûriyê ye. lê bi ya me YPG ne rêxistina terorî ye.”

Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Emerîkayê Sefîr James Jeffrey di civîna salane ya Defence One’ê de xeber da û got: “Ger piştgirî û hevkariya Tirkiyê nebûya, me nikaribû li Sûriyê bi ser keta.”

Jeffrey li ser hevkariya bi Tirkiyê re wiha got; me nikaribû hevkariya xwe û YPG’ê ji Tirkiyê re vebêje.

“Me ji Tirkiyê re gotibû ku hevkariya me ya bi YPG’ê re demkî ye. Hêj jî wisa ye, lê me hin şert û merc lê zêde kirin. Me nikaribû vê yekê ji Tirkiyê re rave bike. Ji ber vê jî di navbera me, Tirkiye û PYD/HSDê de rageşî derdikevin. Tirk, ji ber şert û mercên fembar naxwazin li ser sînorên wan ên başûr hevkarên PKK’ê hebin.”

Jeffrey diyar kir ku Emerîka dê endamên YPG/PKK’ê bikşîne rojhilata Firatê û dilê Tirkiyê rehettir bike. Lê di axaftina Jeffrey de nakokî hebûn.

“Ger hevkarekî me yê xwemalî tunebûya, me nedikaribû li bakurê rojhilatê welêt bisekine, têkoşîna xwe ya bi DEAŞ’ê re bidomîne. Ev hevalbendê xwemalî ji sala 2014an vir ve şaxa rêxistina terorî PKKê ya li Sûriyê ye. Lê em YPG ê fena PKKê wek rêxistina terorî nehesibînin.”

Jeffrey got me wesaîdên zirxî ku li ser wan çek tune ne dan YPGê. Her wiha me topên hawanê û tifingênên makîneyî jî dan. Me çekên giran ên nola tank, moşekên tankşikên û pergalên moşekan nedan wan.

Dîroka nûkirinê: 16 Mijdar 2018, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE