Suryaniyan bertek nîşanî YPG/PKKyê da

Konseya Suryaniyan ên Dinyayê ji ber ku li Qamişloya navçeya Sûriyeyê 4 mektebên Suryaniyan ji hêla girtin YPG/PKKyê va hatine girtin, bertek nîşanî rêxistinê da.

Suryaniyan bertek nîşanî YPG/PKKyê da

Konseya Suryaniyan ên Dinyayê (WCA) ji ber ku li Qamişloya navçeya Sûriyeyê 4 mektebên Suryaniyan ji hêla girtin YPG/PKKyê va hatine girtin, bertek nîşanî rêxistinê da.

Sarah Bakir a ku ji têkiliyên di navbera Neteweyên Yekbûyî û konseyê de berpirsyar e di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got li bajarokên Dîrîk û Dirbesiyeyê yên li ser Qamişloyê YPG/PKKya rêxistina terorê bi zorê 4 dibistanên Suryaniyan girtiye.

Bakir got gelê Qamişloyê li hember rêxistinê xwepêşan li dar xistine, lê rêxistinê ew bi kuştinê ve tehdîd kirine.

- "Yên çekan çekan didin YPGyê çima wê şermezar nakin?"

Bakir anî ziman YPG/PKK bi salan e li Sûriyeyê êrîşan dike, dest dide li ser milkê gel, mirovan direvîne, dikuje û mekteban digre.

Bakir got wan gelek caran bangî civaka navneteweyî kiriye ku li hember van bûyeran ew dengê xwe derxin û rê li ber van tiştan bigrin, lê deng ji kesî derneketiye.

Ji bo girtina mekteban Bakir rêxistinê şermezar kir û wiha axivî: "Dewletên çekan didin YPGyê û piştgiriya wê dikin çima YPGyê nadin sekinandin an jî binpêkirina mafê mirovan ên ku rêxistin dike şermezar nakin, ev gelekî balkêş e. Gelê herêmê ji van tîranan ên ku destdirêjiya mafên mirovan dikin û alîgirên wan aciz in."

Serokê Konseya Suryaniyên Dinyayê Johny Messo demek berê ji AAyê ra daxuyandibû ku Suryanî ji ber ku li ber rêxistinê serî natewîne û li mekteban de perwerdeya Kurdî nade ew mekteban digrin.

YPG/PKK sê sal e li cihên ku dagir kiriye hewl dide fikrên milîtarîst belav bike.

 

 


AA

Dîroka nûkirinê: 29 Tebax 2018, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE