Hat ragihandin şêwirmendên serokên Fransa, Almanya, Rûsya û Ukraynayê ji bo li ser qeyrana Ukraynayê biaxivin wê 2 hefte şûn da li Berlîna paytextê Almanyayê bicivin.
Li gor daxuyaniya Qesra Elyseeyê şêwirmendên serokên Formata Normandiyayê (Fransa, Almanya, Rûsya û Ukrayna) bi beşdariya nûnerên Wezîrên Karên Derva va li Parîsê hatin bal hev.
Hat gotin şêwirmendan daxuyand Peymanên Mînksê bingeha Formata Normandiyayê ava dikin û divê her kes bê şert û merc guh bide agirbestê.
Hat daxuyandin ji bo li ser qeyrana Ukraynayê biaxivin şêwirmend wê 2 hefte şûn da li Berlîna paytextê Almanyayê bicivin.
AA