Rejima Beşşar Esed a li Sûriyeyê îdia kir ku Îsraîlê êrîş bir ser paytext Şamê.
Qanala nûçeyê ya el-Îxbariyeyê ya rejima Esed îdia kir ku ji alî Îsraîlê va li ser der û dorê paytext Şamê êrîşên hewayî hatin kirin.
Di nûçeyê da wiha hat gotin: "Pergala me ya parastina hewayî li hemberî moşekên dijmin xebitîn û hinekan daxistin."
Tê zanîn ku li Şam û der û dorê wê deverên eskerî yên rejimê û komên terorîst ên biyanî yên nêzî Îranê ne, hene.
Rejima Esed di 31ê Rêbendanê da jî îdia kiribû ku Îsraîlê êrîşa hewayî biriye ser Şam û der û dora wê.
Îsraîl ji sala 2011î vir va ku şerê navxweyî dest pê kiriye car caran li Sûriyeyê êrîşî ser deverên eskerî yên aîdê rejim û komên terorîst ên biyanî yên nêzî Îranê ne, dike.
Rayedarên Îsraîlî di mijara êrîşên li ser axa Sûriyeyê tên kirin da ji şîrove kirinê dûr disekinin.
AA