Tacên qral û qralîçeya Swêdê hatin dizîn

Herdu tacên giranbiha yên Karlê Qralê 9em ê sedsala 17em ê Swêdê û taca Qralîçe Krîstînaya jina wî û kureya saltanatê hatin dizîn.

Tacên qral û qralîçeya Swêdê hatin dizîn

Hat ragihandin ku herdu tacên giranbiha û kureyên saltanatê yên Karlê Qralê 9em ê sedsala 17em ê Swêdê û ya Qralîçe Krîstînaya jina wî hatin dizîn.

Berdevkê Polêsê Ostergotlandê Thomas Agnevik diyar kir ku du kes ketin Dêra Strangasê û tac û kureya saltanatê ya Karlê Qralê 9em ê sedsala 17em ê Swêdê û ya Qralîçe Krîstînaya jina wî dizîn. Agnevik diyar kir ku dêr 100 kîlomêtre dûrî Stockholmê ye û qeraxê golê ye.

Angevik got ku eşya di saetên ziyareta dêrê da hatin dizîn û ew tac û kure ji sala 1611an mane. Angevik destnîşan kir ku diz bi tekneya suratê va ji cihê bûyerê revîne.

Li herêmê ji esman û erdê va lêgerîn dewam dike.

 


AA

Dîroka nûkirinê: 01 Tebax 2018, 16:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE