Talibanê efû îlan kir û bangî jinan kir ku ew jî beşdarî rêvebiriyê bibin

Talibanê efû îlan kir û bangî jinan kir ku ew jî beşdarî rêvebiriyê bibin

Talibanê li Efxanistanê ji bo her kesî efû îlan kir û bangî jinan kir ku ew jî beşdarî rêvebiriyê bibin.

Enamullah Samanganiyê endamê komîsyona çandê ya Talibanê di televizyona dewletê da daxuyand wan ji bo her kesî efû îlan kiriye û jinan ra got bila ew jî beşdarî rêvebiriyê bibin.

Samanganî got ew naxwazin jin bibin qurbanî û wiha axivî: "Pergala hikûmetê hê baş zelal nîne, lê li gor tecrubeyên me divê serokatiyeke Îslamî hebe û hemû alî beşdar bin."

Samanganî anî ziman ew bendê ne ku gel guh bide Talibanê, lewra ew Misilman in û ji bo Îslamê zor li wan nayê kirin.

- Pêvajoya bidestxistina welêt ya Talibanê

Li gor peymana di navbera Amerîka û Talibanê da ya Sibata 2020î hêzên navneteweyî ji Efxanistanê vekişiyan.

Li gor vê peymanê Talibanê êrîşî hêzên biyanî neke, lê ji bo hêzên Efxan tu hikmek nehat dayîn.

Ji meha hezîranê pê va Efxanistanê êrîşên xwe zêde kir û yek bi yek navçeyan bi dest xist. Di nav meha dawîn da jî navendên wîlayetan bi dest xist.

Serokomar Eşref Ganî di 15ê Tebaxê da welat terikand û hêzên hikûmetê jî ji paytextê derketin.

Talibanê kontrola bajêr bi dest xist.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE