Talibanê ragihand ku parêzgeha Pêncşêrê bi temamî hilda bin kontrola xwe

Talibanê ragihand ku parêzgeha Pêncşêrê bi temamî hilda bin kontrola xwe

Berdevkê Talibanê Zebihullah Mucahîd eşkere kir, Eniya Berxwedana Gelê Efxanistanê ku li Pêncşêrê sîwana komên çekdar e, hat têkbirin û parêzgeha Pêncşêrê bi temamî ket bin kontrola wan.

Mucahîd li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û der heqê geşedanên dawîn ên li Pêncşêrê da wiha got:

"Parêzgeha Pêncşêrê ya hêlîna dawîn a dijmin jî bi temamî hat fethkirin. Bi bidestxistina Pêncşêrê va li seranserî welêt şer bi temamî bi dawî bû."

Eniya Berxwedana Gelê Efxanistanê ya ku Ehmed Mesûdê kurê Wezîrê Parastinê yê berê Ehmed Şah Mesûd serkêşiya wê dike, piştî ku Talibanê Kabul bi dest xistibû, der heqê pergala nû ya rêveberiyê da ya ku dê li welêt were damezirandin, ji Talibanê hin daxwaz kiribûn. Di hevdîtinan da tu encam derneketibû û Talibanê hêzên xwe şandibûn herêmê. Di şerê ku bi qasî hefteyekê dewam kir da herdu aliyan jî ziyaneke mezin dan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE