Talibanê serî lê da ku ew jî beşdarî civînên Lijneya Giştî ya NYê bibe

Talibanê serî lê da ku ew jî beşdarî civînên Lijneya Giştî ya NYê bibe

Talibanê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) ra nameyek şand û daxwaz kir ku ew jî beşdarî civînên Lijneya Giştî bibe û berdevk Suheyl Şahîn jî wek namzedê balyozê NYyê nîşan da.

Nîqaşên "kî wê li NYyê Efxanistanê temsîl bike" dewam dikin ku di vê rewşê da Talibanê ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ra nameyek şand û got êdî ne hikûmeta berê divê ew Efxanistanê li wir temsîl bikin.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyyê ji çavkaniyên NYyê bi dest xist, Wekîlê Wezîrê Karên Derva yê hikûmeta berwext a Talibanê Emirxan Mutaqî di nameyê da daxwaz kir ku ew beşdarî 76emîn Civînên Lijneya Giştî ya NYyê bibin.

Mutaqî di nameyê da ji bo Nûnertiya Daîmî ya NYyê jî berdevk Suheyl Şahîn wek namzed nîşan da.

Piştî ku welêt namzedên xwe eşkere dikin û navê wan dişînin NYyê Komîteya Akredîtasyonê ya Lijneya Giştî ya NYyê wan navan pesend dike.

Niha Gluham Isaczaî yê ji hikûmeta berê wek Nûnerê Daîmî yê NYyê Efxanistanê temsîl dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE