TDVê eydanî li zarokên Xezeyî belav kirin

Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê li Xezeyê wekî eydanî alîkariya kincan da hezar û 500 zarokan.

TDVê eydanî li zarokên Xezeyî belav kirin

Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê (TDV) li Xezeyê wekî eydanî alîkariya kincan da hezar û 500 zarokên êtîm û bêkes.

Alîkarên TDVê bi hevkariya Wezareta Weqf û Karûbarên Dînî ya Filistînê ya li Xezeyê va hatin belavkirin.

Pisporê Karên Derva yê TDVê Mustafa Erdem ku bi peyamnêrê AAyê ra xeberda, diyar kir ku li Xezeyê ji roja duşemê vir va wan wekî eydanî alîkariya kincan da hezar û 500 zarokan.

Berpirsê Peywendiyên Gel ên Wezareta Weqf û Karûbarên Dînî ya Filistînê Yusuf Hesen jî diyar kir ku TDVê li Xezeyê qoliyên xidayên li 2 hezar û 200 malbatan belav kirin û herwiha alîkariya kincan a eydê da hezar û 500 kesî.

Hesen herwiha got ku TDVê li herêmê xwarina fitarê da 2 hezar û 500 kesî.

Dîroka nûkirinê: 29 Gulan 2019, 18:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE