"Tekane berpirsiyar Rûsya ye ku di vê êrîşê da kuştin û xerabkirin çêbe"

"Tekane berpirsiyar Rûsya ye ku di vê êrîşê da kuştin û xerabkirin çêbe"

Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo operasyona eskerî ya ku Rûsyayê dijî Ukraynayê da destpêkirin wiha got, "Tekane berpirsiyar Rûsya ye ku di vê êrîşê da kuştin û xerabkirin çêbe."

Piştî ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn daxuyand ku wan li dijî Donbasa li rojhilatê Ukraynayê operasyona eskerî ya taybet da destpêkirin, Biden daxuyaniya nivîskî da.

Biden daxuyand ku îşev hemû dinya ji Ukraynayê ra dia dike û wiha dewam kir, "Putîn bi qestî şerekî ku wê bibe sedema kuştin û kederan neqand. Tekane berpirsiyar Rûsya ye ku di vê êrîşê da kuştin û xerabkirin çêbe. Amerîka û mitefîqên wê, wê bi biryardarî bersivê bidin. Dinya wê ji Rûsyayê hesab bipirse."

Biden wiha dewam kir, "Ez ê serê sibehê bi pêşengên G7ê ra biaxivim, paşê jî ji bo ku bersiva Amerîkayê û mitefîqên wê ragihînim, ez ê bangî gelê Amerîkayê bikim."

Biden destnîşan kir, heke li dijî NATOyê jî êrîş werin kirin û ji bo berterefkirina êrîşan ew ê bi mitefîqên NATOyê ra jî di têkiliyê da be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE