TEKNOFEST Azerbaycanê dest pê kir

TEKNOFEST Azerbaycanê dest pê kir

Mihrîcana Hewagerî, Feza û Teknolojiyê "TEKNOFEST Azerbaycan"a ku di navbera 26-29ê gulanê da li Bakuyê were lidarxistin, dest pê kir.

Lidarxistina TEKNOFESTê di çarçoveya Hemleya Teknolojiya Neteweyî da dest pê kir û paşê veguherî Mihrîcana Hewagerî, Feza û Teknolojiyê ya herî mezin a dinyayê û vê carê jî li derveyî welêt hat lidarxistin.

TEKNOFEST Azerbaycan bi rêvebirina Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (Weqfa T3yê), Wezareta Pêşketina Dîjîtal û Gîhandinê û Wezareta Sanayî û Teknolojiyê ya Komara Tirkiyeyê û bi piştgiriya sazî û fîrmayên girîng ên welêt li Baku Crystal Hall û Parka Neteweyî ya Tenişta Behrê hat lidarxistin û dest pê kir.

Li Azerbeycanê lidarxistina TEKNOFESTê wekî nîşaneya dostanî, biratî û tifaqa stratejîk a navbera her du welatan girîng e.

Ajansa Anadoluyê (AA) Şirîkê TEKNOFESTa Azerbeycanê yê Ragihandina Global e. Wezîrê Sanayî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Wezîrê Pêşketina Dîjîtal û Gîhandinê yê Azerbeycanê Reşat Nebiyev, Serokê Sanayiya Parastinê ya Serokomariyê Îsmaîl Demir, Serokê Lijneya Rêvebirinê ya TEKNOFESTê Selçuk Bayraktar, ji Tirkiye û Azerbeycanê rêvebirên payebilind ên gelek sazî û şirketan beşdarî merasima vekirina mihrîcanê bûn.

Di çarçoveya mihrîcanê da heta 29ê gulanê xwepêşandinên curbecur û pêşbaziyên teknolojiyê wê werin kirin.

 Ajansa Anadoluyê li TEKNOFESTa Azerbeycanê cihê xwe hilda

Ajansa Anadoluyê (AA) bû navenda wêne û dîmenkişandinê ya Mihrîcana Hewagerî, Feza û Teknolojiyê (TEKNOFEST) ya li Azerbeycanê tê lidarxistin.

TEKNOFEST Azerbaycan bi rêvebirina Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (Weqfa T3yê), Wezareta Pêşketina Dîjîtal û Gîhandinê, Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê ya Komara Tirkiyeyê û bi piştgiriya sazî û fîrmayên girîng ên welêt li Baku Crystal Hall û Parka Neteweyî ya Tenişta Behrê tê lidarxistin.

Ajansa Anadoluyê jî wek Şirîkê wê yê Ragihandina Global bi nûçegihanên xwe yên pispor, nûçegihanên xwe yên wêneyan û kameramanan va mihrîcanê dişopîne.

Di standa AAyê da weşanên ji hêla nûçegihanên pispor û edîtoran va hatine amadekirin û tê da geşedanên rojeva Tirkiyeyê û dinyayê hene jî cih digirin.

Salnameyên AAyê yên tê da geşedanên girîng ên rojeva Tirkiyeyê û dinyayê bi kronolojiyê hatine amadekirin û berhemên bi navê "Serkeftina Qerebaxê", "Li Tirkiyeyê û Dinyayê 100 sal", "Tirkiyeya 100 Salî û Ji Esman Tirkiye" jî pêşkeşî ziyaretvanan tê kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE