Temo:Li Sûriyeyê YPG/PKK me temsîl nake

Temo destnîşan kir, wan di civînê da bi biryara hevpar va YPG/PKK wek rêxistina terorê qebûl kir

Serokê Kombenda Kurdên Serbixwe yên Sûriyê (KKSS) Ebdulezîz Temo got, "Kê YPG/PKKya rêxistina terorê ji Sûriyeyê derxe an jî ji bo vê biryarê bide, em piştgiriyê didin van midaxaleyan. Em ji bo midaxeleyên bi vî rengî jî kêfxweş dibin."

Bi pêşengiya KKSSyê li Şanliurfayê di otêlekê da bi sernava "Kurdên Sûriyeyê Bi Ku Da Diçin" komxebat hat lidarxistin û Temo di komxebatê da daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew ji bo ser rewş û paşeroja Kurdên Sûriyeyê xeberdin hatin bal hev.

Temo destnîşan kir, wan di civînê da bi biryara hevpar va YPG/PKK wek rêxistina terorê qebûl kir û wiha dewam kir:

"Ev ji neteweya Kurdan ra xizmetê nakin, li serê însanên wê derê zilmê dikin. Nikarin bibin nûnerên Kurdan. YPG/PKK bû sedema koçkirina Kurdan. Zarokên piçûk birin kirin esker. Kê YPG/PKKya rêxistina terorê ji Sûriyeyê derxe an jî ji bo vê biryarê bide, em piştgiriyê didin van midaxeleyan. Em ji bo midaxaleyên bi vî rengî jî kêfxweş dibin. Em wek Kurdên Sûriyeyê perçeyekî welatê xwe ne. Dijminê me yê esil rejima Sûriyeyê ye. YPG jî dibêje 'dijminê esil Tirkiye ye'. Na em bi tu awayî qebûl nakin, rewş wiha nîne. Ya ku zilmê li serê Kurdan dike, rejim bi xwe ye, ji ber vê yekê dijminê me jî rejim e."

Temo diyar kir ku ew naxwazin Sûriye perçe û par bibe û li bendê ne ku li welatê wan êdî aştî û hizûr çêbe.

Temo diyar kir ku ew êdî dixwazin ku YPG/PKKya rêxistina terorê ji welatê wan bê derxistin û wiha dewam kir, "Kê bi YPGyê ra tifaqê çêke em li dijî wan in, heke li dijî YPGyê jî tifaqek çêbe, em ê wek Kurdên Sûriyeyî piştgiriyê bidin tifaqên bi vî rengî. Bira YPG/PKKya rêxistina terorê ji wê derê derkeve û here. Diçe Qendîlê, diçe ku bira here."

Temo diyar kir, ji bo ku li Sûriyeyê tiştekî demokratîk çêbe ew ê hewl bidin.

Temo YPG/PKK Kurdên Sûriyeyî temsîl nake û wiha dewam kir:

"Em wek Kurdên Sûriyeyê naxwazin çekê bidin destê xwe û seba welatên din şer bikin. Em naxwazin seba berjewendiyên welatên din bixebitin. Em dixwazin hemû neteweyên li Sûriyeyê Kurd, Ereb û Tirkmen werin bal hev û hizûr çêbe. Li Sûriyeyê YPG/PKK me temsîl nake, ji Qendîlê hatin welatê me, em rêvebirên wan jî nas dikin. Bi tu awayî nikarin me li Sûriyeyê temsîl bikin."

Temo got "Ji bo ji wê derê derxistina wan em midaxeleya eskerî dixwazin, Kurdên li Sûriyeyê jî ji xwe li benda midaxeleyeke bi vî rengî ne. Amerîkayê ji bo têkoşîna DEAŞa rêxistina terorê piştgirî da YPG/PKKyê. Em jî YPGyê wek rêxistineke terorê dibînin. Meriv nikare bi rêxistineke terorê va li dijî rêxistineke terorê a din têkoşînê bide. Em dixwazin ku Amerîka YPG/PYDyê ji wê derê derxe, dişîne ku derê bira bişîne."

Nêzî 50 kesî beşdarî komxebatê dibin. Di nav da nûnerên Konseya Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê, rêvebirên partiyên siyasî yên Kurdan ên li Sûriyeyê û aktivîstên serbixwe yên Kurd ên li dijî PKK/KCK-PYD/YPG ya rêxistina terorê jî hene.AA

Dîroka nûkirinê: 19 Kanûn 2018, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE