Teqîna li Azezê: 7 birîndar

Di teqînê de 7 sivîl birîndar bûn û herwiha xisara maddî gihişt avahî û wesaîtên derdorê.

Teqîna li Azezê: 7 birîndar

Li Azeza navçeya Heleba Sûriyeyê otomobîleke bombebarkirî hat teqandin û di encamê de 7 sivîl birîndar bûn.

Li gorî agahiyan li Azeza navçeya Heleba Sûriyeyê ku dikeve hemberî bajarê Kilîsê otomobîleke bombebarkirî hat teqandin.

Di teqînê de 7 sivîl birîndar bûn û herwiha xisara maddî gihişt avahî û wesaîtên derdorê.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Heta nuha ti aliyan êrîş negirtiye ser xwe.

Berpirsê tendirustiyê yê meclisa xwecihî ya Azezê Cuma Okkeş di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de destnîşan kir ku li başûrê Azezê teqînek çêbûye û 7 birîndar gihiştine Nexweşxaneya Ehlî ya Azezê û rewşa 3 birîndaran giran e.

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2019, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE